Komisyona Bilind: Dengên Belê bi rêjeyeke mezin li pêş in
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêvebirê ofîsa Hewlêrê ya komisyona bilind a hilbijartin û raprisiyê Aram Biradostî ragihand, piroseya dengdana referanduma serxwebûna Kurdistanê bi giştî serketî bû û dengên Belê bi rêjeyekê mezin li pêş in.
Aram Biradostî ji Kurdistan24ê re ragihand: "piroseya cudakirina dengan li Hewlêrê bidawî hatiye û niha ew mijûlî komkirina dengan in û piştre ewê datayan radestî komisyonê bikin."
Biradostî got: "Tevî ku heya niha bi fermî encam nehatine eşkerekirin, lê bi giştî encam cihê dilxweşiyê ne û di navbera dengên Belê û na de cudahiyeke gellekî mezin heye, dengên Belê bi rêjeyekê mezin li pêş in".
Navhatî diyar kir: "Tiştê giring ew e ku piroseya dengdanê bi awayekî serketî birêve çû, dikarim bêjim li Hewlêrê ti pirsgirêk çênebû."