3 Endamên PKK li Colemêrgê cane xwe jidest dan

Li Bakurê Kurdistanê bajarê Colemêrgê, di encama operasyoneke ezmanî de, 3 endamên PKKê canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê bajarê Colemêrgê, di encama operasyoneke ezmanî de, 3 endamên PKKê canê xwe jidest dan.

Parêzgeriya Colemêrgê ragihand, dema ku hejmarek wesayitên serbazî yên artêşa Tirkiyê ber bi navçeya Çêlê ve diçûn, endamên PKKê êrîşî wan wesayitan kirin. Piştî êrîşê bi firokeyên bêfirokevan operasyoneke ezmanî hat destpêkirin û 3 endamên PKKê canê xwe jidest dane û dest li ser çekên wan hate danîn.

Derbarê wê êrîşê heya niha ji aliyê PKKê ve ti daxuyanî nehatiye dayin.