Yekîtiya Ewrûpa daxûyanî liser referendûma serxwebûnê da

Piştî lidarxistina referendûma serxwebûna Kurdistanê, Yekîtiya Ewrûpayê (YE) helwêsta xwe bi daxûyaniyekê eşkereyî raya giştî kir.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî lidarxistina referendûma serxwebûna Kurdistanê, Yekîtiya Ewrûpayê (YE) helwêsta xwe bi daxûyaniyekê eşkereyî raya giştî kir.

Di daxûyaniyê de YE bang li Hewlêr û Bexda dike ku, pirsgîrekên xwe bi rêya diyalogê û danûstandinan çareser bikin û helwêsta xwe ya yekîtiya axa Iraqê dubare dike. YE herweha diyar dike, Kurdistan û Bexda dive bi peymanek nû pêwendiyên xwe domdar bikin.

Di daxûyaniyê de, girîngiya şerê li dijî DAIŞ tê diyarkirin, ku di dema niha de ev girîngtirîn pêngav di herêma Rojhilata Navîn de tê binavkirin.