Elî Muteherî: Nabe Îran beramberî referanduma serxwebûna Kurdistan tund be

Cîgirê serokê Perlemana Îranê Elî Muteherî ragihand: “Nabe Komara Islamiya Îranê karvedanên tund beramberî referanduma serxwebûna Herêma Kurdistan bide.”

K24- Navenda Nûçeyan

Cîgirê serokê Perlemana Îranê Elî Muteherî ragihand: “Nabe Komara Islamiya Îranê karvedanên tund beramberî referanduma serxwebûna Herêma Kurdistan bide.”

Ajansa Îsna, li ser zimanê Elî Muteherî belav kir: “Gellekî eşkere bû ku Kurd piştevaniya referandumê û serxwebûna xwe dikin, lê ev nayê wateya ku Kurdistana Iraq wê di demeke nêzîk de serbixwe bibe, û heger bibe jî wê du heya sê salan dem ji serxwebûnê re pêwîst be.”

Bi gotina Muteherî: “Amerîka li ser mêzê dijatiya serxwebûna Kurdistanê dike, lê li bin mêzê piştevaniya referandumê dikir û derbarê Tirkiyê jî, Îran nikare ji helwestên wî welatî yên li dijî serxwebûna Kurdistanê piştrast be.

Navhatî diyar kir ku ji bo wan sedeman, nabe Îran beramberî referandumê tund be, lê pêwîst e li gel xelkê Kurdistanê pêwedniyê bike û ji wan re zelal bike ku cudabûn ji Iraqê nakeve qazanca wan.