Ebadî: Bi hêza destûrê emê desthelatê li ser Herêma Kurdistan bisepînin

Ebadî daxwaz ji Herêma Kurdistan kir, ku encamên referandumê helweşîne û got: " Bi hêza destûrê emê desthelatê li ser Herêma Kurdistan bisepînin."

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqî Heyder Ebadî beşdarî civîna îro ya Perlemana Iraqê bû û di gotara xwe de daxwaz ji Herêma Kurdistan kir, ku encamên referandumê helweşîne û got: " Bi hêza destûrê emê desthelatê li ser Herêma Kurdistan bisepînin."

Ebadî careke din got: "Divê Herêma Kurdistanê îdareya firîngehan radestî Bexdayê bike, heger na, wê roja înê molet bidawî bê û nema çêdibe geştên ezmanî li firîngehên Silêmaniyê û Hewlêrê bên encamdan."

Di dirêjiya gotara xwe de Ebadî ragihand: "Hilbijartinên perlemana Iraqê wê di dema xwe de bên encamdan û daxwaz kir li Kerkûkê jî bên kirin û daxwaz ji hêzên Pêşmergên Kurdistan kir ku ji Kerkûkê derkevin."

Daxuyaniyên Ebadî di demekê de ne, duh Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di peyameke vîdyoyî de daxwaz ji serokwezîrê Iraqê kir deriyê diyalogê negirie û niha Kurdistan derbasî qonaxeke nû bûye."