Amerîka: Nabe Esed û Îran bêne şûna DAIŞê

Nûnera Amerîka di Netewên Yekgirtî de Nikki Haley ragihand: “Çareserî li Sûriyê siyasî ye û nabe Îran yan Esed şûna DAIŞê bigrin.

K24- Navenda Nûçeyan

Nûnera Amerîka di Netewên Yekgirtî de Nikki Haley ragihand: “Çareserî li Sûriyê siyasî ye û nabe Îran yan Esed şûna DAIŞê bigrin.

Nikki Haley di gotara xwe de, li ber encûmena ewlehiya navdewletî got: “Amerîka pabend e bi dîtina çareseriyekê ji kirîza Sûryê re, lê nabe rewşa niha bi kirîzeke din bê guhertin, nabe li ser hesabê DAIŞê Esed yan hevpeymanên wî yên Îranî yan jî milîsên din, cihê deshelata xwe fireh bikin.

Bi gotina Haley çareserî li Sûriyê bi tenê siyasî ye û gereke tundî û şer bi yekcarî rawestin.