Kiwêt: Em ti tedbîran li dijî Herêma Kurdistan nastînin
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê wezîrê derve yê Kiwêtê Xalid Carela red kir ku welatê wî ti tedbîran li dijî Herêma Kurdistanê bistîne, û daxwaz ji berpirsên Hewlêr û Bexdayê kir ku bi diyalogê pirsgirêkên xwe çare bikin .
Di heman demê de Carela piştevaniya xwe ji bo yekîtiya axa Iraqê tekez kir.
Hevber li gel welatên Tirkiyê û Îranê, heya niha welatên Kendava Erebî ti karvedaneke tund li dijî Herêma Kurdistanê ne daye.