Qonaxa duyem ya şerê Hewîceyê dest pê kir

Hêzên Iraqî îro dest bi qonaxa duyem ya operasyona kontrolkirina Hewîce li başûrê başûrê rojavayê Kerkûkê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Iraqî îro dest bi qonaxa duyem ya operasyona kontrolkirina Hewîce li başûrê başûrê rojavayê Kerkûkê kirin.

Artêş û hêzên Iraqî di 20ê vê mehê de dest bi qonaxa yekem ya operasyona kontrolkirina Hewîce kiribûn.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniyekê de, îro qonaxa duyem yê kontrolkirina wî bajarokî ragihand.

Got jî: “Em berdewam dibin di operasyonan de ji bo bidawîanîna metirsî û dagîrkirina DAIŞê.

Fermandarê operasyonê Ebdilemîr Yarilah ragihand, me hilmeteke serkeftî encam da û me karî hejmarek gund li sînorê navçeya Ebasî kontrol bikin.

Qonaxa duyem taybet e bi kontrolkirina navçeya Reşad, Riyaz, Ebasî û gundên derdora wan.