Parlemantoya Kurdistanê bersiva Bexdayê dide
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro parlemantoya Kurdistanê dicive û bersiva biryarên parlemanto û encûmena wezîrên Iraqê dide, ku li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê derkiribûn.
Li gor karnameya civîna parlemantoya Kurdistanê. Îro çend pirsan guftûgo dike, tewera sereke ya civînê jî bersivadayîna biryar û helwestên parlemanto û encûmena wezîrên Iraqê ye.
Ev jî piştî wê yekê tê, ku wek karvedanekê li dijî birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê, parlemanto û hikûmeta Iraqê çend biryar li dijî Herêma Kurdistanê derkiribûn, lê yekem gav jî ew bû, duh geşta esmanî li her du firokxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê ragirtibû.
Ji bilî bersivdana Bexdayê jî, parlemanto çend pirsên din yên taybet bi karûbarên dahatûyî yên parlemanto gotûbêj dike.