“Amerîka derbarê girjiyên li dijî Kurd, Bexda û Enqere hişyar kiriye”

Rojnamevanê Amerîkî Eli Lake di gotarekê de ku li malpera “Bloomberg” belav kiriye, aşkere dike, berpirsên rêveberiya Amerîka ji Bexda û Enqerê re ragihandine, pêwîst e girjî û aloziyan kêm bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnamevanê Amerîkî Eli Lake di gotarekê de ku li malpera “Bloomberg” belav kiriye, aşkere dike, berpirsên rêveberiya Amerîka ji Bexda û Enqerê re ragihandine, pêwîst e girjî û aloziyan kêm bikin.

Wî rojnamevanî gotiye: “Amerîka di riya balyozên xwe yên li Bexda û Enqerê re bi awayekî nehênî ew peyam gihandine Iraq û Tirkiyê.”

Amaje bi wê jî kiriye, niha dema wê ye ku Serokê Amerîka Donald Trump, Wezîrê Derve Rex Tillerson û Wezîrê Bergîriyê James Mattis hin hejmûna xwe bikar binîn, ji bo xistina fişarê li ser Bexda û Enqerê, ne tenê ji bo parastina Kurd, lê ji bo peydakirina aramiyê li navçê jî.

Eli Lake behsa wê jî kiriye, heger çi bi aşkere pêwîst e peyama Amerîka ji Bexda û Enqerê re tund be, derbarê redkirina dorpêça aborî li Herêma Kurdistanê de. Herwiha pêwîst e peyamên Trump, Tillerson û Mattis yên bi nehênî tundtir be û gefa birîna alîkariyên leşkerî û Aborî ji ser Iraq û Tirkiyê bikin, heger wan bijardeyên leşkerî hilbijartin.

Her di wê derbarê de, rojnameya Exbarî ya Libnanî li ser zarê medyakarên ji AKP û Erdogan ve nêzîk in belav kiriye, berpirsên Tirkiyê rexne û gelek gilî gihandina rêveberiya Amerîka, ku li gor wan helwesta Amerîka debarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de ne zelal e û dudilî tê de heye.

Herwiha li gor wê rojnameyê, ku balyozê Amerîka yê berê li Bexdayê Ryan Crocker rexne li helwesta Amerîkî girt, ku helwesta Amerîkî hêşt ku fişarên Bexda û Enqerê li ser Herêma Kurdistanê zêde bibin.