Polîsên leşkerî yên Tirkiyê li parêzgeha Idlibê hatin belavkirin

Ajansa Inter faks ya Rûsî belav kiriye ku îro polîsên leşkerî yên Tirkiyê li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê belav bûn

K24- Navenda Nûçeyan

Ajansa Inter faks ya Rûsî belav kiriye ku îro polîsên leşkerî yên Tirkiyê li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê belav bûn, ew yek di çarçoveya rêketina Astana şeş de hat, ku Idlib weke devereke kêmkirina şer hatiye diyarkirin.

Ajansa navhatî diyar kir ku heya niha polîsên Rûsiyê li wê parêzgeha Sûriyê belav nebûne û tenê polîsên Tirkiyê belav bûne.

Di danûstandinên Astana şeş de, welatên gerentiya kêmkirina şer dikin, li ser destnîşankirina parêzgeha Idlibê weke devereke çarem ji deverên kêmkirina şer  lihev kiribûn û li gorî wê lihevkirinê divê polîsên hersê welatan li Idlibê belav bibin daku çavdêriya deverê bikin.