Li Colemêrgê ji encama teqîna bombeyekê zarokekî canê xwe jidest da

Hat ragihandin ku li navçeya Gevera Colemêrgê, bombeyek di destê zarokan de teqiya û di encamê de zarokekî canê xwe ji dest da û yek din jî birîndar bû.

K24- Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin ku li navçeya Gevera Colemêrgê, bombeyek di destê zarokan de teqiya û di encamê de zarokekî canê xwe ji dest da û yek din jî birîndar bû.

Li gorî zaniyariyan, li navçeya Geverê taxa Qişlayê, du zarokan li derve bermayek şer dîtin û dema xwestin vekin, teqiya.

Di encama teqînê de, du zarokên bira bi giranî birîndar bûn û bi ambulansê ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin û tevî gellek bizavan lê yekî ji wan cane xwe jidest da.

Li Geverê, destpêka sala 2016'ê heya nîvê salê, pevçûnên tund di navbera hêzên Tirkiyê û Yekîneyên Parastina Sivîlan de rû dabûn û gelek taxên bajêr hatibûn herifandin.