Katalonya biryara çarenivîsa xwe dide

Piştî 6 rojan ji referandûma serxwebûna Kurdistanê, îro xelkê herêma Katalonyaya Îspanyayê di riya referandûma serxwebûnê re biryarê li ser çarenivîsa xwe dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî 6 rojan ji referandûma serxwebûna Kurdistanê, îro xelkê herêma Katalonyaya Îspanyayê di riya referandûma serxwebûnê re biryarê li ser çarenivîsa xwe dide.

Tevî nerazîbûn û rêgirtina hikûmeta Îspanayayê, Katalonya rijd e li ser birêvebirina referandûmê, îro bi milyonan dengderên Katalonî berên xewe didin sondoqên dengdanê û biryarê li ser çarenivîsa xwe didin, yan ligel Îspanyayê dimînin, yan cuda dibin.

Hikûmeta Îspanyayê bi hezaran polîs şandine Katalonyayê û hewl didin sindoqên dengdanê ji binkeyan kom bikin û rê li birêveçûna wê proseyê dikin.

Bi hezaran çalakvanên sivîl ji şeva borî ve çûna dibistan û binkeyên dengdanê û li wan binkeyan mane, ji bo ku rêgiriyê li polîsên Îspanyayî bikin.

Her çend e Îspanya ne razî ye Katalonya cuda bibe, lê berpirsên wê herêmê soza wê yekê dane, heger dengê belê biser bikeve, di roja din de serxwebûnê radigihînin.

Referandûma Katalonyayê di demekê de ye, berî 6 rojan li Herêma Kurdistanê referandûma serxwebûnê bi rê ve çû û zêdetir ji sedî 92 ji dengderan bi belê deng dan serxwebûna Kurdistanê.