Di malpera Koşka Spî de Kampanya serxwebûna Kurdistanê

Armanc heta dawiyê meha Cotmehê, komkirina 100 hezar imzeyan e

K24 – Navenda Nûçeyan

Di malpera Koşka Spî ya internetî de Kampanyayek piştgiriyê ji bo serxwebûna Kurdistanê hate destpêkirin. Armanc heta dawiyê meha Cotmehê, komkirina 100 hezar imzeyan e.

Di Kampanyayê de ev daxwaz ji desthilata Amerikayê tên kirin:

Piştgiriya vekirî ji Kurdên Iraqê re bê nîşandan.

Helwêst hemberî kiryarên gefdar, dorpêç û bikaranîna zorê hemberî Kurdan bê nîşandan.

Piştgirî ji dewleta azad, desthilatdar û serbixwe ya Kurdistanê re rê bê diyarkirin.

Ji bo imzeyê ev link tê bikaranîn:

https://petitions.whitehouse.gov/petition/support-kurdish-independence-iraq