Parlemanterên Kurd diçin Bexdayê

Firaksiyonên Kurdistanî di parlemantoya Iraqê de biryar dane, ji bo bergîrîkirin li mafên gelê Kurdistanê vegerin Bexdayê û şerê bidestxistina mafên Kurd li Bexdayê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di parlemantoya Iraqê de Mosene Emîn ragihand, wek firaksiyonên Kurdistanî di parlemantoya Iraqê de biryar dane, ji bo bergîrîkirin li mafên gelê Kurdistanê vegerin Bexdayê û şerê bidestxistina mafên Kurd li Bexdayê bikin.

Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî got: “Pêwîst e bi serokatiya parlemantoya Iraqê re li hev bikin, bo careke din parlemantoya Iraqê ji riya xwe dernekeve.”

Mosene Emîn dorpêçkirina Herêma Kurdistanê tawan e, ew cure dorpêç jî di rewşa şer de jî heger bikeve ser aliyekî, bi tawan şer tê hejmartin.

Her girêdayî vê pirsê, Parlemantera Kurd di parlemantoya Iraqê de Tavke Ehmed rahihand, li gor biryarên Netewên Yekgirtî, ji mafê her gelekî ye biryarê li çarenivîsa xwe bide, ji ber wê biryarên hikûmet û parlemantoya Iraqê ne destûrî ne.

Amaje bi wê jî kir, birîna mûçe û nanê welatiyên Herêma Kurdistanê ji aliyên hikûmeta Iraqê ve, ji jenosidekê ne kêmtir e.