Parlemanto û hikûmet ji bo başkirina jiyana xelkê dicivin

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerên hikûmetê û parlemantoya Kurdistanê ji bo guftûgokirina sîstema mûçeyan û başkirina jiyana xelkê civiyan.

Peymanêrê K24ê ragihand, her yek ji wezîrê darayî bi wekalet û sekreterê Encûmena Wezîran ligel Komîta Darayî û Destpakiyê ji bo guftûgokirina sîstema mûçeyên fermanbaran civiyan.

Ev di demekê de ye, biryar bû di rûniştina borî de parlemantoya Kurdistanê ew pirs bihata guftûgokirin, lê Cîgirê Serokê Parlemantoyê ragihand, ji ber rewşa niha ya Kurdistanê, guftûgokirina wê pirsê ji bo vê rûniştinê hat paşxistin.