Yekîtiya Ewrûpa amadeyî navbeynkariyê ye

Nûnerê hukimeta Kurdistanê li Yekîtiya Ewrûpa (YE) Dilawer Ajgeyi diyarkir ku, YE amadeye rola navbeynkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bilîze

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê hukimeta Kurdistanê li Yekîtiya Ewrûpa (YE) Dilawer Ajgeyi diyarkir ku, YE amadeye rola navbeynkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bilîze.

Ajgeyî destnîşankir, nameyek fermî bo piştgiriya serxwebûna Kurdistanê ji grubên parlementerî yên YE û kesayetiyên bibandor re hinartiye.

Di daxûyaniya xwe ji Kdp.info re herweha Ajgeyî got: “Daxwaza rêzgirtina referendûma serxwebûna Kurdistanê, ku bi rêyên aştiyane û demokratîk lidar ket gihandin e aliyên pêwendîdar ên diplomatik. Daxwaza Kurdistanê daxwazek rewa ye. Berpirsên Parlementoya Ewrûpayê raghandin ku, ew amadeyî navbeynkariyê ne.”