Turkya piştevaniya destpêkirina gotûbêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ragihand: "Turkya piştevaniya destpêkirina diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike."
Bînalî Yildirim di gotarekê de, ku li avahiya Perlemana Tirkiyê pêşkêş kir got: “Pêwîst e Herêma Kurdistan ji bo çareserkirina kêşeyan û bidestxistina mafên xwe, danûstendin û diyalogê li gel hikûmeta Iraqê, destpê bike.”
Yildirim diyar kir, madem Turkya li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê ye, di heman demê de ewê li dijî referanduma Catalonia be.