Tevgera Goran: Em ji destpêkê ve ne li gel referandumê bûn û divê em li Bexdê vegerin

Tevgera Goran daxuyaniyek belav kir û têde daxwaz kir Herêma Kurdistanê ji bo danûstandinan vegere Bexdayê û tekez kir ku ew ji destpkê ve ne li gel referandumê bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tevgera Goran daxuyaniyek belav kir û têde daxwaz kir Herêma Kurdistanê ji bo danûstandinan vegere Bexdayê û tekez kir ku ew ji destpkê ve ne li gel referandumê bûn.

Di daxuyaniyê de ku wêneyekî wê gihiştiye Kurdistan24ê hatiye: “Desthilata neserketî ya Herêma Kurdistanê kirîzeke din li gel hikûmeta federal û dewletên navçeyê û civaka navdewletî ji bo me çêkiriye, ew jî bi sedema ku dema referandumê neguncyî bû.”

Herweha daxuyaniya Goran dibêje: “Tevgera Goran ji destpêkê ve got, di dema niha de rewşa navxwe û navdewletî negunca ye ji bo referandumê û me daxwaz kir pêşwazî li bizavên navdewletî bê kirin ji bo danûstandinan li gel Bexdayê.

Tevgera Goran di daxuyaniya xwe de daxwaza hilweşandina Encûmena Serkirdatiya Siyasî Kurdistan – Iraq dike û ji Perlemana Kurdistanê dixwaze desteyeke pispor destnîşan bike, daku li ser bingeha destûra Iraê û bi serpereştiya Netewên Yekgirtî gotûbêjan li gel Bexdayê bike.

Û daxwaz kir hilbijartinên giştî li Herêma Kurdistanê di dema xwe de bên encamdan.

Di roja 25ê Êlûnê de, kordînatorê giştî yê Tevgera Goranê li bajarê Silêmaniyê li navendeke dengdanê beşdarî piroseya dengdanê bû û deng ji bo serxwebûna Kurdistanê da.