Hêro Ibrahîm Ehmed: Ne li gel serkirdatiya siyasî ya Kurdistan im û nabim

Endama polîtbîroya Yekîtî Niştimanî Kurdistan Hêro Ibrahîm peyamek belav kir û têde rexne li pêkanîna serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endama polîtbîroya Yekîtî Niştimanî Kurdistan Hêro Ibrahîm peyamek belav kir û têde rexne li pêkanîna serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê kir.

Di peyama xwe de Hêro Ibrahîm red kir, beşdariyê di serkirdatiya siyasî ya Kurdistan de bike û got: “Wek endameke polîtbîroya YNK bi ti awayî ez ne li gel wê serkirdatiyê me û li gel nabim.”

Berî niha jî her yek ji cîgirê sikirtêrê giştî yê Yekîtî Niştimanî Kurdistan Kosret Resûl Elî û parêzgarê Kerkûkê û endamê polîtbîroya YNK Necmeddîn Kerîm beşdarî civîna Encûmena Bilind a Referandumê bûn û piştre di civînê de karên wê encûmenê bidawî anîn û serkirdatiya nû ya siyasî li Kurdistan hat ragihandin.