"Turkya sînorên xwe nagirie"

Lêkolînerî siyasî Elîksander Kuzênsov ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ez bawer nakim sînor bi temamî bên girtin, ji ber ku piraniya me zane ku çi sermiyanekî mezin yê Turkya li Kurdistan heye

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku Herêma Kurdistan, bi awayekî serketî referandum ji bo dewleta serbixwe encamp da, her yek ji welatên Turkya, Iraq û Îran, dest bi gefan kirin û sepandina sizayan û rawestandina geştên ezmanî ji bo Kurdistan.

Li cem gellek aliyan gefên Turkya cihê têbîniyê bûn, şareza û pisporên Rûsî di wê baweriyê de ne ku welatên navçeyê nikarin sînorên xwe li ber Herêma Kurdistan bigirin, herweha behsa wê yekê dikin ku Rûsya li kêleka Herêma Kurdistanê ye û giringiyeke bêtir bi abûrî û karta enerciya Kurdistanê dide.

Lêkolînerî siyasî Elîksander Kuzênsov ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ez bawer nakim sînor bi temamî bên girtin, ji ber ku piraniya me zane ku çi sermiyanekî mezin yê Turkya li Kurdistan heye, kompaniyên veberhênan û avakirinê, qazanceke gellekî mezin li Kurdistanê bi dest dixin, herweha bazar û karta enerciya Turkya pişta xwe  bi Kurdistanê ve girê dide, lewra ti demê Turkya ne amade ye wê ziyana mezin li abûriya xwe bike."

Lêkolîner di navenda asayişa navdewletî de li Mosko Stanîslav Îvanov dibêje: "Bêguman kompaniyên Rûsya amade ne di her rewşekê de li Kurdistanê kar bikin, Rûsya ji rewşa xirab û nakokiyan natirse, ji ber vê yekê jî ew giringiyê dide abûrî û karta enerciya Herêma Kurdistan.