Ensarioglu: Baştirîn rê liber Tirkiye û Kurdistanê, danûstandin û diyalog e

Ensarioglu, “gefên nîjadperest zerarê didin Tirkiye bi xwe. Diyalog û danûstandin giring e. Her du alî jî dive tevbigerin, ku pêwendî bikevin proseyek asayî de.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê Diyarbekrê yê partiya Maf û Geşepêdanê (AK Parti) Galip Ensarioglu, derbarê pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê piştî referendûma serxwebûna Kurdistanê daxuyaniyên girîng dan Kurdistan24.

Ensarioglu dilgiraniya xwe ji helwêstên tund ê Enqereyê anî ziman, herweha dilxweşiya xwe ji helwêsta aram û kamil a Kurdistanê diyarkir. Herêma Kurdistanê wekî hevkarê nêzîk ê Tirkiye li Rojhilata Navîn binavkir û hêvî xwest ku pêwendiyên aliyan liser binamaya ewle û qayim domdar bin.

Ligor Galip Ensarioglu helwêsta hemberî referendûma serxwebûnê ne di cîh de ye, referendum proseyek girîng bû û bidawî hat. Helwêsta gelê herêma Kurdistanê hate eşkere kirin, ger tu li dij jî derkeve, li wir encamek di dest de heye û daxuyaniya iradeyê heye.

Ensarioglu got: “Min bawer dikir, di derdora sedî 93 de, dengê – Belê derkeve, Weha jî çêbû. Gava tu dinerî, beşdariyek bilind hebû. Nebeşdarî û dengên – Naxêr kêmbûn. Li Kerkûkê jî beşdarî gelek bilind bû. Çavnerên navneteweyî diyarkirin ku, di nav aramî û ewleyî de hilbijartinan encamp da, gelê herêmê helwêsta xwe, iradeya xwe anî ziman”.

Ligor Ensarioglu, “gefên nîjadperest zerarê didin Tirkiye bi xwe. Diyalog û danûstandin giring e. Her du alî jî dive tevbigerin, ku pêwendî bikevin proseyek asayî de.”