Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva peyvdarê nivîsgeha Ebadî dide

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bersiva Peydarê Nivîsgeha Ragihandê ya Heyder Ebadî, Seîd Hudeysî dide û radigîne, destûra Iraqê rêgiriyê li birêvebirina referandûmê nake û Pêşmerge jî ne hêzek e ji derveyî Iraqê hatiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bersiva Peydarê Nivîsgeha Ragihandê ya Heyder Ebadî, Seîd Hudeysî dide û radigîne, destûra Iraqê rêgiriyê li birêvebirina referandûmê nake û Pêşmerge jî ne hêzek e ji derveyî Iraqê hatiye.

Sefîn Dizeyî dizeyî tekez kir, hilweşandina encamên referandûmê ne asan e ku berpirsên Bexda bîr li wê yekê dikin, pêwendiya wê pirsê bi gelê Kurdistanê heye. Dizeyî amaje bi wê jî kir, “Her dem me tekezî li ser destpêkirina diyalog û danûstandinên cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

Berî demekê Seid Hudeysî ragihandibû, pêwîst e Herêma Kurdistanê pabendî destûrê bibe û encamên referandûmê hilweşîne û ji nava navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê vekişe.

Bersiva Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî wiha ye:

Yekem: Bi ti awayekî destûra Iraqa federalî rêgirî li wê nekiriye ku xelkê Herêma Kurdistanê bi riya rferandûmê çarenivîsa xwe diyar bike. referandûm ne li binpêkirina destûra Iraqa federalî ye û ne binpêkirina yasayên navdewletî ye, yên kar pê hatine kirin di pirsa derbirîna daxwazên gelan de.

Duyem: Ji bilî ku, birêvebirina referandûmê li Herêma Kurdistanê destûrî ye, bi heman awayî hilweşandina encamên wê ne karekî asayî ye wek berpirsên Bexdayê bîr lê dikin, ji ber ku ev biryar ne di destê hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne ti aliyekî siyasî yê Kurdistanê de ye, lê girêdayî xelkê Herêma Kurdistanê ye û wan biryara pêşeroja xwe di çarçova vê referandûmê de daye.

Sêyem: Derbarê navçeyên ku li derveyî êdariya Herêma Kurdistanê de, piştî êrîşa grûpa teroristî ya DAIŞê li ser wan navçeyan, hêza Pêşmerge bê cudahiya olî û netewî ew navçe ji destê teroristan parast. Herwiha Pêşmerge ne hêzek e ji derveyî Iraqê hatiye û wan navçeyan dagîr bike, lê her wek di destûra Iraqê de hatiye, beşek ji sîstema bergîriyê ya Iraqq federal e.

Di dawiyê de, wek hikûmeta Herêma Kurdistanê, wê tekez dikin ku ji berî salekê û piştî proseya referandûmê, her dem me tekezî li ser pêwîstiya destpêkirina diyalog û danûstandinên cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê kiriye, ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkan. Niha jî bi heman awayî tekeziyê li ser peyamê dikin, ku bi diyalog û guftûgo rewş aram dikin û pirsgirêk çareser bikin û her aliyek xwe ji daxuyanî û peyamên ku dibin sedema aloziya rewşê dûr bixin.