Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge Kurdistanê diparêze, ew xaka wan e!
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Pêşmerge liser daxûyaniyên Serokwezîrê Iraqê û hin aliyên din, ku Pêşmerge divê ji heremên “pirsgirêk liser wan heyî, di çarçoweya maddeya 140î” derkeve, bersîv da û diyarkir ku: Pêşmerga dê bibe parêzvanê Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê, hêzên navneteweyî jî piştgiriya xwe, rahênana ji bo profesyonelkirina Pêşmerge dom dikin. Xaka ku Pêşmerge kontrol dike, xaka Kurdistanê ye, xaka wan e. Xaka welatek din dagîr nekirin e. Derketina wan ji wan deveran ne cîhê gengeşeyê ye”.
Heman demê, Pêşmerge û Artêşa Iraqê hevkariya xwe di çarçoweya kontrolkirina bajarokê Hewîcê didomînin.