Ebadî serdana Parîsê dike

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li gel şandeke pile bilind serdana Firensa dike û li gel serokê wî welatî dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li gel şandeke pile bilind serdana Firensa dike û li gel serokê wî welatî dicive.

Ebadî ji aliyê serokê Firensa Emmanuel Macron ve hatiye vexwendin û li gorî zaniyariyan, yek ji tewerên herî giring ku biryar e Serokê Firensa li gel Ebadî behs bike, pirsa referanduma serxwebûna Kurdistanê ye, ku di roja 25ê Êlûna derbasbûyî de li Herêma Kurdistan û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê hat encamdan û bêtirî 92% ji beşdarbûyan, deng ji bo serxwebûna Kurdistanê dan û daxwaz kirin Kurdistan serxwebûna xwe ji Iraqê rabigehîne.