Îro termê Talebanî li navçeya Debaşan li nêzîkî Silêmaniyê tê veşartin
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e îro piştî nimêja nîvro termê Mam Celal Talebanî li devera Debaşan ya nêzîkî bajarê Silêmaniyê bê veşartin.
Merasîma pêşwazîkirina termê Mam Celal li firîngeha navdewletî ya Silêmaniyê destpê dike û piştre termê Mam Celal wê ji bo mizgefta Mezin ya bajarê Silêmaniyê bê veguhestin daku nimij li ser bê kirin û piştre ber bi girê Debaşan ve wê bê veguhestin daku li wir bê veşartin.
Tê çaverêkirin, berpirsên pile bilind yên Herêma Kurdistan û Iraq û hejmarek ji kesatiyên siyasî yên navçeyê û cîhanê di merasîmê de amade bibin.
Roja 3 vê mehê polîtbîroya Yekîtî Niştimanî Kurdistan bi daxuyaniyekê koça dawî ya Mam Celal ragihand, û di roja 4 mehê de jî karnameya merasîma pêşwazîkirin û veşartina termê wî ragihand.