Televizyona nêzîkî Malikî, jiber Ala Kurdistanê weşana merasima bi axspartina Mam Celal birî
K24 - Navenda Nûçeyan
Televizyona El-Itticah a nêzîkî Nuri El-Malikî bi egera ku termê Xweda jêrazî Mam Celal bi Ala Kurdistanê hatibû pêçan, weşana xwe ya zindî ji Silêmaniyê rawestand û birî.
Telewizyona El-Itticah a nêzîkî Malikî herweha bi tekstekê ev dijminahiya xwe ya Kurd û Kurdistanê da xuya kirin: “Bi egera ku termê Serokomarê berê yê Iraqê ne bi Ala Iraqê hatibû pecan, em weşana xwe ya zindî radiwestînin”.