6 sal cezayê girtîgehê bo Parlementera HDP Burcu Çelîk

Li Tirkiyê, bo parlamentera HDPê Burcu Çelîk 6 sal cezaya zîndankirinê hat dayîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê, bo parlamentera HDPê Burcu Çelîk 6 sal cezaya zîndankirinê hat dayîn.

Doza parlamentera HDPê ya Mûşê Burcu Çelîk, di dadgeha Cezaya Giran a Mûşê de hat dîtin. Çelîk ji Zîndana Sîncan a Enqerê bi rêya vîdeokonferansê beşdarî dozê bû hemû tomet red kirin. Da zanîn ew jî parêzer e û wek mafnasek dixwaze bawer bike ku li Tirkiyê dadwerî heye.

Dadgeha Cezaya Giran, bi tometa alîkariya rêxistina terorê, 6 sal cezaya zîndankirinê da.

Burcu Çelîk ku di heman demê de parêzer e, 19'ê Nîsana 2017'ê, bi tometa gef li xwarina cerdevanan hatibû girtin û di Girtîxaneya Sîncanê ya Enqerê hatibû zîndankirin.