Li 15 deverên Xarpêtê qedexe hat ragihandin

li bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê, 15 dever wek 'Herêmên Ewlekariya Taybet' hatin ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

li bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê, 15 dever wek 'Herêmên Ewlekariya Taybet' hatin ragihandin.

Parêzgariya Xarpêtê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkere kir, ji ber operasyonên Artêşa Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê, li gundewarên navçeyên Palo, Dep, Guleman û Miyeranê 15 dever wek herêmên ewlekariya taybet hatine ragihandin.

Hat diyarkirin, qedexe bo heyama 15 rojan hatiye ragihandin û ji 8'ê vê mehê heta 22'ê mehê berdewam dike. Ji welatiyan hat xwestin bo ewlekariya can û malên xwe pabendê biryarê bin.