Ewropa: Rewşa awarte ya Tirkiyê li dijî pîvanên navnetewî ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Konseya Ewropayê bang li hikûmeta Tirkiyê kir, dawiyê li siyaseta erkdarkirina qeyuman bîne û guhertinên bingehîn bi biryarnameyên rewşa awarte pêk neyîne.
Komîsyona Venedîkê ku di mijarên destûrî de dezgehê şêwirmendiya Konseya Ewropayê ye, daxuyakirin, kiryarên rewşa awarte û jikardûrxistina şaredaran, destûra Tirkiyê û pîvanên navnetewî binpê dike.
Hat destnîşankirin, rêveberiyên herêmî bingehên sereke yên civaka demokratîk in û li Tirkiyê şûna şaredaran, ji navendê qeyum tên erkdarkirin.
Komîsyonê daxwaz kir, biryarên parêzgaran derbarê şaredaran de, bo çavdêriya dadgehê vekirîbe û şaredarên ku hatin dûrxistin, piştî dadgehê divê bikaribin vegerin erkên xwe.
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, bo 88 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) qeyum hatine erkdarkirin ku, di nav de şaredariyên mezin yên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê jî hene.