Opozîsyona Sûriyê û Tirkiyê: Diçin Idlibê

Serkirdeyên opozîsyona Sûriyê dibêjn çend demjimêrên din û hêzên wan wê ber bi Idilbê ve biçin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdeyên opozîsyona Sûriyê dibêjn çend demjimêrên din û hêzên wan wê ber bi Idilbê ve biçin.

Hin ajnasên nêzîkî opozîsyona Sûriyê li ser zarê çend serkirdeyên opozîsyonê belav kirine, operasyona kontrolkirina Idilb ji destê Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) de nêzîk e û dibe di çend demjimêrên bê de bê ragihandin.

Li gor serkirdeyê Firqeya Sultan Murad, ew li benda piştevaniya lojostî ne ji bo bergirîkirin ji her rûbrûbûnekê re.

Herweha hatiye belav kirin, çekdarên Mertala Ferêt bi piştevaniya Tirkiyê ber bi bajarê Rîhanyê yê Tirkiyê ve birê ketine û dê berê wan Idilb be.

Di civîna Astana 6 de, Rûsya, Tirkiyê li ser avakirina “Herêmên kêmkirina şer” li Idlibê li hev kirin. li gor wê rêkeftinê, parastina derveyî Idlibê ji erkê Rûsyayê ye û parastina hinder jî ji erkê Tirkiyê dibe.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihandibû, di çend rojên bê de li Idlibê gavên li ser erdê bê encamdan.