Bob Corker: Referandûm bandorê li pêwendiyên Washington û Hewlêrê nake
K24 – Navenda Nûçeyan
Sînatorê Komarî û Serokê Komîta Pêwendiyên Derve di Encûmena Pîran a Amerîka de Bob Corker ji K24ê re ragihand, Tevî ku nerînên cuda yên Amerîka û Kurd li ser birêvebirina referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê hene, lê bandorê li ser pêwendiyên di navbera Hewlêr û Washingtonê de nake û her du alî hevpeyman dimînin.