Galbraith: Washington siyaseteke şaş li Iraqê dimeşîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Dîplomatarekî berê yê Amerîka rexneyên tund li hikûmeta Amerîka digire, derbarê helwesta wê ya li hember referandûma serxwebûna Kurdistanê de.

Balyozê berê yê Amerîka li Kraotya Peter Galbraith ku dostekî nêzîk ê Kurd e ragihand, Amerîka siyaseteke şaş li Iraqê dimeşîne. Dibêje jî, Washington derbarê referandûmê de piştevaniya siyaseta Îranê li hember hevpeymaneke rastî li Rojhilata Navîn dike.

Got jî, Bawer nakim ew siyaseta Amerîka serkeftî be, pêwîst e Amerîka di zûtirîn dem de gavan ji bo aramkirina rewşê bavêje û fişarê bixe ser Bexdayê, da fişarên li ser Herêma Kurdistanê bidawî bîne.