Baydemîr: Mam Celal careke din tevahiya aliyên Kurdistanî kom kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr piştî danîna tacek gul li ser gora Mam Celal ragihand, Mam Celal careke din tevahiya aliyên Kurdistanî kom kir û xebateke nû li her çar perçeyên Kurdistanê dest pê kir.
Osman Baydemîr got jî: “Da ku Kurdistanî hêjayî mîrata Mam Celal bin, pêwîst e em yekrêziyê biparêzin û bibe sedema yekgirtina di navbera aliyan de.”