Hekem Xilo: Sozê didin Xwedî li nirxên Mam Celal yên pîroz derkevin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê Encûmena Zagonsaz ê Herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê Hekem Xilo li ser gora Mam Celal di konferaseke rojnamevanî de ragihand, “Em soz didin ku li nirxên Kurdayetiyê yên Mam Celal pê bawer bû û xebat ji bo wê dikir xwedî dekevin û yekîtiya Kurdan û Kurdistaneke serbixwe û azad ava bikin.”
Hekem Xilo sersaxî ji malbat, heval û tevahiya gelê Kurdistanê re xwast û got, koçkirina Mam Celal ji hemû aliyan re ziyaneke mezin bû.
Ji aliyê xwe ve, Nûnera Jinê ya Cizîrê Mekiye Hiso got: “Em wek jin dibînin ku Mam Celal sembolek ji sembolên berxwedanê bû û em li ser şopa wî berdewam in.