NY: Di 2016an de 8 hezar zarok bûne qurbaniyên şer

Neteweyên Yekgirtî (NY) radigihîne, 8 hezar zarok di sala 2016 an de li tevahiya cîhanê bûne qurbaniyê şer.

K24 – Navenda Nûçeyan

Neteweyên Yekgirtî (NY) radigihîne, 8 hezar zarok di sala 2016 an de li tevahiya cîhanê bûne qurbaniyê şer.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres di raporeke xwe de ragihand, bêhtir ji 8 hezar zarok di sala 2016an de bi sedema şer li tevahiya cîhanê bûne qurbanî, ku 1299 ji wan zarokên Sûrî ne û 1340 Yemenî ne.

Guterres got jî, bi sedan zarok jî bi neçarî ji bo şer hatin birin. Herweha rastî tondutûjya seksî jî bûne.

Ev yek di demekê de ye, berî niha NY raghandibû, bilinditirîn asta  tundûtûjiyê li dijî zarokan di sala 2016 an de hatiye kirin, ku di wê salê de 652 zarok hatine kuştin û 255 zarok di êrîşên li ser dibistanan de hatin kuştin.

Herweha 850 zarokên din jî di sala 2016an de ji bo şer hatine bikaranîn.