Îsmaîl Beşîkçî: Talebanî bi berhemên xwe dê were bîranîn

Îsmaîl Beşîkçiyê rewşenbîrê bi nav û deng ê Tirkiyeyî ragihand Talebanî bi kesayeta xwe ya merdane û bi berhemên xwe dê were bîranîn.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Îsmaîl Beşîkçiyê rewşenbîrê bi nav û deng ê Tirkiyeyî ku tim parastina maf û azadiya Kurdan dike, der barê koça dawî ya Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mam Celal de hevxemiya xwe bilêv kir û ragihand Talebanî bi kesayeta xwe ya merdane û bi berhemên xwe dê were bîranîn.

Rewşenbîrê navdar ê Tirkiyeyî Îsmaîl Beşîkçiyê ku yek piştgirê herî mezin a Kurdan tê zanîn, li ser koça dawî ya Sekreterê Giştî yê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê Mam Celal, xemginiya xwe anî ziman.

Îsmaîl Beşîkçî ji K24ê re got: “Celal Talebanî bi xebatên xwe, bi kesayetên xwe, dê her dem bi hurmetî were bîranîn. Mirovekî xoşewîst bû ez ê jî bi hestekî xoşewîstî Talebanî bi bîr bînim.”

Beşîkçiyê ku carekê li Tirkiyê û carekê jî li Kurdistanê du caran ligel Talebanî hevdîtin kirine amaje kir di her du hevdîtinan de jî bi awayeke dilgermî ji aliyê Talebanî ve hatine pêşwazîkirin.

Beşîkçiyê ku carekê li Tirkiyê û carekê jî li Kurdistanê du caran ligel Talebanî hevdîtin kirine amaje kir di her du hevdîtinan de jî Talebanî bi dilgermî eleqeya xwe nîşanî wî daye.

Îsmaîl Beşîkçî dibêje: “Di sala 1992an de Celal Talebanî hatibû Enqereyê. Min jî wê demê cara yekem serdana Talebanî kir. Ji bilî min jî gelek kes hebûn ku hatibûn serdana Talebanî. Talebanî bi gotin û helwesta xwe dilgermiya xwe nîşanî min dida. Piştre di sala 2016'an de min li Silêmanî serdana wî kir. Hevdîtina me dawî bû ew wê çaxê ji ber nexweşiya xwe nikaribû biaxiviya bi rûkeniya xwe hestên xwe nîşanî me dida.”

Beşîkçî bal kişand ser hewl û xîretên Talebanî yên bo miletê xwe û bi gotineke balkêş dawî li gotina xwe tîne: Mêr dimire nav dimîne Talebanî jî bi navê xwe bi berhemên xwe dê were bîranîn.