Pispor: “Armanca Rûsyayê têkbirina Amerîka û rawestandian pêşketina Tirkiyê ye.”

Pispor dibêjin Putîn bi vê pêngava xwe dixwaze ku piştî Suriyê Iraqê jî çalak bibe û di heman demê de ji bo têkiliyên Hewlêr û Enqerê jî wek hişyariyekê dinirxînin.
kurdistan24.net

 

K24 - Enqere

Li Tirkiyê geşepêdanên derbarê referandûma Kurdistanê de nêz de tên şopandin. Ligel vê yekê daxuyanîyên nerm yên serokê Rusyayê Vîlademîr putîn ya derbarê referandumê de û gotinên wî yên derbarê nefta Kurdistanê de li Tirkiyê deng veda. Pispor dibêjin Putîn bi vê pêngava xwe dixwaze ku piştî Suriyê Iraqê jî çalak bibe û di heman demê de ji bo têkiliyên Hewlêr û Enqerê jî wek hişyariyekê dinirxînin.

Daxuyaniyên Serokê Dewleta Rusyayê Vîlademîr Pûtîn yên debarê referandûma Kurdistanêde ku gotibû em rêzê encamên referandmê digrin û gotina wî ya pêşîgirtina nefta Kurdistanê ya diçe nava bazara cîhanê xeletî ye li Tirkiyê deng veda.

Bi boçûna hejmarek zêde pisporan helwesta Putîn ya derbarê refarendumê de piştevaniyeke ji bo Kurdistanê. Li gorî serokê saziya ramanan ya Enqerê, KAFKASAM’ê Hasan Oktay, Rusya piştî Sûriyeyê xwe amade dike ku li İraqê jî bibe xwedî hêzek çalak.

Dr. Hasan Oktay ji K24ê re wiha axivî: Li Sûriyê ji ber polîtîkayên Amerîkayê yên nediyar Rusya bû aktorek girîng li vê derê. Amerîka ji bo ku careke din li Sûriyê çalek be piştevaniya PYDê kir. Lê li Sûriyê Bandora Rûsyayê ji ya Emerîkayê zêdetir bû. Niha Emerîka li Iraqê piştevaniya Bexdayê dike, Rûsya jî bi piştavaniya xwe ya bo Hewlêrê dixwaze li Iraqê jî bibe xwedî hêz.  Em dizanin ku Rûsya dixwaze li Rojhilata Navîn Amerîkayê bêbandor û bêhêz bihêle. Ev hewla Rûsyayê dê hem qewetek mezin bide Hewlêrê hem jî dê Rûsyayê li Iraqê bike hêzek giring.”

Daxuyaniya Putîn a ku gotibû hewlên astengkirina nefta Kurdistanê a bo piyasayên navdewletî xelet e, li aliyê Tirkiyê wek daxuyaniyeke balkêş hat dîtin.

Li gor Serokê saziya ramanê ya SASAMê Suleyman Erdem jî, ev daxuyaniya Putîn yekser bo Enqereyê wek peyamekê ye.

Suleyman Erdem got: “Li Enqereyê demeke dirêje ji ber referandûmê behsa girtina vanayên petrolê tê kirin. Bi vê daxuyaniya Putîn Moskova li pişt Hewlêrê disekine û ji Enqereyê tê xwestin ku dest bi gemaroyê nekin. Rûsya li aliyekê dixwaze pêwendiyên Enqere digel Hewlêrê berdewam be li aliyekê dixwaze rola Amerîkayê li herêmê têk biçe. Loma gotinên Putîn bo Enqere hem hişyariyek e hem daxwaza hevkariyê ye.

Li gorî pisporan, piştî daxuyaniya Putîn, dibe ku Enqere politikaya xwe ya bo Hewlêrê ji nû ve saz bike û dibêjin taybetî girtina vanayên neftê piştî vê merhaleyê gelek zehmet e.