Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê: Pirsa Kurdî, navxweyî ye

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Muqdad radighîne, welatê wî danûstandinê bi pirsa Kurdî re dike, wek pirseke navxweyî û tekezî li ser yekîtiya xaka Sûriyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Muqdad radighîne, welatê wî danûstandinê bi pirsa Kurdî re dike, wek pirseke navxweyî û tekezî li ser yekîtiya xaka Sûriyê kir.

Feysel Muqdad duh beşdarî çalakiyeke Yekîtiya Xwendekarên Niştimanî bû û ragihand, Sûriyê danûstandinê bi pirsa Kurdî re dike, wek pirseke navxweyî, di çarçova pirsa pêkhateyan li welatî.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê tekezî li ser wê yekê kir, “Yekîtiya xaka Sûriyê, perçebûnê qebûl nake.

Ev daxuyaniya Muqdad di demekê de ne, berî çend rojan Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim ragihandibû, ew dikarin guftûgoyê li ser rêveberiya xweser ji bo Kurd bikin.

Li ser hilbijartinê Rêveberiya Xweser de jî, Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê got, rêjîma Sûriyê dê dest dane ser hemû xaka Sûriyê, rêveberiya xweser jî di nav de.