Serok Barzanî li gel cîgirên serokê Iraqê civiya û li ser van xalan lihev kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarê Silêmaniyê li gel herdu cîgirên Serokê Iraqê Iyad Elawî û Usama Nucêfî civiya.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarê Silêmaniyê li gel herdu cîgirên Serokê Iraqê Iyad Elawî û Usama Nucêfî civiya.

Di civînê de gotûbêj li ser rewşa niha ya Iraq hat kirin, hevdem behsa çawaniya çarekirina kêşeyên pêwendîdar bi rewşa siyasî jî hat kirin.

Li ser naveroka wê civînê serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ragihand, amadebûyên civînê li ser van xalan li hev kirin:

1- Destpêkirina diyalog û civînan di navbera aliyên siyasî yên serekî li Iraqê ji bo aramkirina rewşê.

2- Civîn li ser ecindeyên vekirî bên encamdan.

3- Rakirina sizayan li ser Herêma Kurdistan bi awayekî rasterast.

4- Destpêkirina civînan di demeke nêzîk de, li ser bingeha mîkanîzmeke taybet ji bo hevrêziya berdewam.