Malbata Mam Celal spasiya Kurdistan24ê dike

Ji ber romala bi pîşeyane ya Kurdistan24ê di pirsa koça dawiyê ya Sekreter Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Serokomarê berê yê Iraqê Mam Celal Talebanî, malbata Mam Celal pêzanîn û spasiya xwe arasteyî Kurdistanê24ê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji ber romala bi pîşeyane ya Kurdistan24ê di pirsa koça dawiyê ya Sekreter Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Serokomarê berê yê Iraqê Mam Celal Talebanî, malbata Mam Celal pêzanîn û spasiya xwe arasteyî Kurdistanê24ê kirin.

Kurê Mam Celal û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêwendiyeke telefonî bi Rêveberê Giştî yê Dezgeha Kurdistan24 bo Ragihandin û Lêkolînan re kir, spasî û pêzanîna xwe ji bo girîngîpêdana Kurdistan24ê bi romala merasîma anîn û xakspartina Mam Celal derbirî.

Kurdistan24 wek dezgeheke medyayî di dema çend rojên borî de, weşana xwe bi romalkirina pirsa koca dawiyê ya Mam Celal Talebanî taybet kiribû, hevdem bi zimanên Kurdî (Soranî û Kurmancî), Erebî, Îngilîzî, Farisî û Tirkî di riya malpera xwe re dem bi dem nûçe û zanyariyên nû ji bo wergirên Kurd, Ereb, Faris, Tirk û Îngilîzanên cîhanê weşan dikir.

Ji bilî wê jî, di riya tûra pêwendiyên civakî Facebook, Twitter û Instagram re bi zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî, Farisî û Tirkî bi sedan post, wêne, vîdyo û tekstên taybet bi pirsa koça dawiyê ya Mam Celal belav dikir, ku bînerên postan ji dehan milyonan bikarhêner derbas kiribû.

Herwiha di Yutube û tûra civakî Facebookê re xizmeta weşana zindî ya merasîma anîn, xakspartin û şîna Mam Celal bi awayekî berdewam ji bikarhênerên tûra civakî re berdest kiribû, ku sedan hezar kes jê sûdmend bûn û di riya wê re merasîm temaşe dikirin.

Herwiha li derveyî welêt jî û li tevahiya bajar û navendên ku merasîma pirsa şînê ji bo koça dawiyê ya Mam Celal Talebanî hatine kirin, peyamnêrên Kurdistan24ê romala wan merasîman dikirin.

Tevî wê jî, bi awayekî berdewam Kurdistan24 mêvandariya kesayetî û dostên ji Mam Celal ve nêzîk dikir, ji bo zanyariyên zêdetir derbarê kesayetî, jiyan û dîroka têkoşêr Mam Celal ji bîneran re vebêjin.