“Heger Îran, Tirkiye û Iraq êrîş bikin, Amerîka piştevaniyê li Kurdistanê dike”

Rojnameya “Weten” a Siûdiyê aşker dike, Amerîka hişyarî daye Bexda, Enqere û Taranê, heger ti operasyoneke leşkerî li dijî Herêma Kurdistanê encam bidin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya “Weten” a Siûdiyê aşker dike, Amerîka hişyarî daye Bexda, Enqere û Taranê, heger ti operasyoneke leşkerî li dijî Herêma Kurdistanê encam bidin.

Wê rojnameyê li ser zarê serkirdayekî bilind ê Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malîkî belav kiriye, “Washingtonê di riya hikûmeta Iraqê re hişyarî daye Taranê û di riya berpirsên Iraqî û Tirkî re hişyarî daye Enqerê, heger ti operasyoneke leşkerî li dijî Herêma Kurdistanê encam bidin.”

Li gor wê berpirsî jî, “Egerên gelek mezin hene, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî her hêzeke Tirkî, Îranî û Heşda Şeibî bombebaran bike, heger hat û hêz li dijî Herêma Kurdistanê bikar anîn.”  

Rojnameya Siûdî pişt bi raportên rojnamevanan dibeste û nivîsiye: “Amerîka beşek ji hêzên xwe yên li navçeyên din ên Iraqê û derdora Bexdayê veguhastine navçeyên Kerkûk û deşta Neynewayê. Herwiha beşek jî veguhastiye deriyê sînorî Îbrahîm Xelîl ya bi Tirkiyê re, bi armanca rêgirtin li her girjiyeke leşkerî li navçê rû bide.”