The Times: Ev xerabtirîn dem a pêwendiyên Tirkiye – Amerika ye

Rojnameya Ingilîzî The Times, rûdanên îro wekî encama gelek bûyerên din ên aloz di navbeyna Washington û Enqere de binavkir

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ragirtina wizeya Amerika ji bo hevwelatiyên Tirkiye û piştî wê bersîvdayina Tirkiye bi heman awayî hemberî hevwelatiyên Amerikayê, herweha biryara binçavkirina karmendek din ê Konsoxaneya Amerika li Stenbolê, pêwendiyên Amerika – Tirkiye ber bi aloziyên kûrtir ve diçin.

Rojnameya Ingilîzî The Times, rûdanên îro wekî encama gelek bûyerên din ên aloz di navbeyna Washington û Enqere de binavkir, lê ev dem wekî xerabtirîn dem a pêwendiyên her du welatan liqelem da.

Ligor The Times gelek babet ên dijber di navbeyna Tirkiye û Amerika de li hole ne. Yek ji wan a herî girîng jî, piştgiriya Amerika ji bo hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê tê nîşandan. Pêwendiyên Enqere yên nêzîk ligel Moskow û bi taybetî nêzîkahiya ligel Tehranê dijî berjewendiyên Amerikayê li herêmê tên dîtin. Di herêmê de Amerika û Tirkiye ne wekî du hevalbend, lê di dijber tevdigerin.