Mesrûr Barzanî: Pêwîst e Bexda dawî li biryarên zêderûyî tên li dijî Herêma Kurdistanê bîne

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanya li Iraqê kir û ragihand, pêwîst e Bexda dawî li biryarên zêderûyî yên li dijî Herêma Kurdistanê bîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanya li Iraqê kir û ragihand, pêwîst e Bexda dawî li biryarên zêderûyî yên li dijî Herêma Kurdistanê bîne.

Îro, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanya li Iraqê Cyril Nann û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de dawî pêşhatên siyasî û karvedanên piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê hatin guftûgokirin.

di hevdîtinê de, Balyozê Almayayê ragihand, armanca wî ji serdana Herêma Kurditanê, hewldan ji bo destpêkirina guftûgoyeke vekirî di navbera Hewlêr û Bexdayê û kêmkirina girjiyan e.

girêdayî bi karvedanên Bexdayê yên ji piştî referandûma serxwebûnê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir, ku cudahî bi gef û tundûtûjiyê çareser nabin.  

Got jî: “Pêwîst e Bexda dawiyê li tedabîr û biryarên zêderûyî yên li dijî Herêma Kurdistanê bîne.”

Herwiha ragihand, pêwîst e civaka navdewletî piştevan û alîkarê be, ji bo Bexda dest bi guftûgoyên vekirî ligel Hewlêrê bike. Herwiha tekezî li ser wê jî kir, Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li her hewlekw navdewletî dike, ji bo peydakirina aştî û aramiya zêdetir li navçê.

Ji aliyê xwe ve, Balyozê Almanya li Iraqê ji bilî bilindnirxandina rola Pêşmerge di têkşikandina teroristan de û ewlehî û aramiya heye, amadehiya welatê xwe nîşan da, ji bo alîkarîkirina Bexda û Hewlêrê ji bo avakirina binemayeke hevbeş bo têgihêştin li ser dozên hevbeş. Tekez kir jî, aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê ji Almanyayê re cihê girîngiyê ye.