Cîgirî serokê Iraqê behsa çêkirina Herêma Neynewa dike

Usama Nucêfî: "Çêkirina Herêma Neynewa ne li dijî destûra Iraqê ye û mafekî siruştî yê welatiyan e."

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê serokê Iraqê Usama Nucêfî ragihand: "Çêkirina Herêma Neynewa ne li dijî destûra Iraqê ye û mafekî siruştî yê welatiyan e."

Di dema civîna wî de li gel balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman, cîgirê serokê Iraqê got: "Bi sedema wan dijwariyên ku bi ser jiyana welatiyên devera Neynewa de hatine, baweriya wan bi pêşerojê nema ye, pêkhatên wê parêzgehê nema tiştekî li pêşya xwe dibînin ku jiyana wan di pêşerojê de baş bike û ew li jiyana xwe ya berê vegerin."

Di warê referanduma serxwebûna Kurdistanê de Nucêfî daxwaz kir, ku encamên referandumê bi awayekî bên çarekirin ku parastina yekîtiya axa Iraqê bike, dûrî bikaranîna zimanê gefê û riyên serbazî û rê ji bo diyalogê di navbera tevahiya aliyan de veke, bêyî ku ti aliyek were piştguhkirin û ew diyalog di bin çavdêrî û gerentiya navdewletî de be."

Ji aliyê xwe ve bawlyozî Amerîka li Iraqê got: "Washington tekeziyê li ser çarekirina kêşyan dike dûrî bikaranîna hêzê."