“Li gor rêkeftinekê, DAIŞ ji Reqayê derdikeve”

Hat ragihandin, li gor rêkeftinekê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û DAIŞê de, dê çekdarên DAIŞê ji dawî taxên Reqayê vedikişin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin, li gor rêkeftinekê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û DAIŞê de, dê çekdarên DAIŞê ji dawî taxên Reqayê vedikişin.

Hin malperên Erebî belav kirine, şeva borî 12 bas derbasî taxa Hawî El-Hewa ya başûrê Reqayê bûn, ji bo derxistina çekdarên DAIŞê û malbatên wan ji wî bajarî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, rêkeftinek di navbera HSD û Hevpeymaniya Navdewletî ji aliyekî ve û çekdarên DAIŞê de hate kirin, ku çekdarên DAIŞê ligel malbatên xwe ji Reqayê derkevin û biçin bajarê Meyadîn li başûrê Dêrezorê.

Berî demekê Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Ryan Dilon red kiribû, ku ti rêkeftinek bi vî awayî ligel DAIŞê hatibe kirin.

Roja 10ê vê mehê jî, Berdevka operesyona Hêrsa Ferêt Cîhan Şêx Ehmed ji K24ê re ragihandibû, tene ji sedî 10 ji bajarê Reqayê di destê DAIŞê de maya û di çend rojên bê de, ewê mezginiya rizgarkirina bajêr belav bikin.