Eniya Tirkmenî: Pêwendiya kontrolkirina Kerkûkê bi referamdûnê re nîn e

Cîgirê Serokê Eniya Tirkmenî Hesen Toran ragihand, plana hikûmeta Bexdayê ji bo kontrolkirina bîrên petrolê, ti pêwendiya wê bi serferandûma serxwebûna Kurdistanê re nîn e, plana kontrolkirina petrola Kerkûkê heta nemana DAIŞê hatibû paşxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hesen Toran, ku partiya wî alîgirê siyastên Bexdayê ye tekez kir, plana xwesepandina hikûmeta Iraqê li ser Kerkûkê û bîrên petrolê, ji berî birêvebirina referandûmê hebû, lê ji ber rewşa ewehiyê û şerê li dijî DAIŞê hatibû paşxistin.

Herwiha dibêje: “Hêzên ewlehiyê li tevahiya Iraqê di şerê jinabirina DAIŞê de şerkeftî bû, niha ew dem hatiye ku hikûmeta desthilatên xwe bi ser bîrên petrolê, Kerkûk, Selahedîn û Mûsilê bisepîne.