Fermandarekî Pêşmerge: Sengerên xwe ji artêşa Iraqê re vala nakin

Fermandarê Lîwaya Yek ya Parastina silêmaniyê Lîwa Omer Salih di konferanseke rojnamevanî de ragihand, rewşa Kerkûkê heta astekê aram bûye û firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî çavdêriya rewşê dikin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Lîwaya Yek ya Parastina silêmaniyê Lîwa Omer Salih di konferanseke rojnamevanî de ragihand, rewşa Kerkûkê heta astekê aram bûye û firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî çavdêriya rewşê dikin.

Amaje bi wê jî da, artêşa Iraqê daxwaz jê nekirine sengerên xwe bicih bihêlin, lê heger ew daxwaz jî kir, hêza Pêşmerge sengerên xwe ji artêşa Iraqê re vala nake û berevaniyê li sengerên xwe bike.