Hêzên hikûmeta Sûriyê bajarê Meyadîn bi temamî kontrol kirin
K24- Navenda Nûçeyan
Tora ragihandina şer ya Sûriyê ragihand ku hêzên hikûmeta Sûriyê bajarê Meyadîn yê Dîra Zorê bi temamî kontrol kirine û hêzên hikûmetê li rojavayê wî bajarî pêş dikevin.
Bajarê Meyadîn 45 Kîlometran li başûrê rojhelatê bajarê Dêra Zorê ye, piştî gurbûna şer li bajrên Reqa û Dêra Zorê, çekdarên DAIŞê ew bajar ji xwe re kiribûn navenda sereke û ji wir tevgera xwe dikirin.