Qasim Silêmanî serdana gora Mam Celal kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Medya fermî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan ragihand: "Îro fermadeyê feyleqa Qudis a Supaya Pasdaranî Îranê Qasim Silêmanî li girê Debaşan yê ser bi Silêmaniyê ve, serdana gora Mam Celal Talebanî kir."
Tevî ku medya YNK nivîsiye îro Silêmanî serdana gora Mam Celal kiriye, lê li gorî di tênûsa serdankirên gora Mam Celal de hatiye nivîsîn, Silêmanî du rojan berî niha ew serdan encam daye.
Serdana Qasim Silêmanî ji bo bajarê Silêmaniyê di demekê de ye duh wezareta xezîna Amerîka Supaya Pasdaran ya Îranê xiste lîsta terorê de û biryar e hejmarek siza li ser berpirsên Supaya Pasdaran bisepîne.